UNRWA: Divê 6,000 kamyonên alîkariyê bigihînin Xezzeyê!

UNRWA: Divê 6,000 kamyonên alîkariyê bigihînin Xezzeyê!

PeyamaKurd - UNRWA ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku birçîbûna li Xezzeyê ya ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin bi tevahî ji ber mirovan e û daxwaza derbasbûna 6,000 kamyonên alîkariyê yên li herêmê hatine girtin kir.

Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) di daxuyaniyekê de tekez kir ku rewşa mirovî li Xezzeyê xilerabtir dibe. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku daketina alîkariyan ji hewayê hem ne têrker e û hem jî ji bo sivîlan xeternak e.

UNRWA diyar kir ku divê destûr bê dayîn ku Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî UNRWA, li ser erdê bixebitin da ku radestkirina alîkariyan bi ewlehî li herêmê misoger bikin, ku zêdetirî 1 mîlyon zarok bi birçîbûnê re têdikoşin.

Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku li Xezzeyê pirsgirêkên cidî yên gihîştina ava paqij hene, zarok bi saetan di bin tavê de li rêzê dimînin da ku bigihîjin avê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Cîhan bêdeng temaşe dike ka krîza li Xezzeyê kûrtir dibe."

Herî kêm 154 kes, di nav de 89 zarok, ji ber birçîbûnê canê xwe ji dest dane.

Ji ber êrîşên berdewam û dorpêça tund a Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, birçîbûn, nebûna av, derman û pêdiviyên paqijiyê li herêmê gihîştine astên herî bilind. Heta niha herî kêm 154 kes, di nav de 89 zarok, ji ber birçîbûnê canê xwe ji dest dane. Saziyên herêmî û navneteweyî îdia dikin ku Îsraîl birçîbûn û tîbûnê wekî çekekê bi kar tîne.

Tê ragihandin ku %88ê binesaziya sivîl li Xezzeyê wêran bûye, nifûsa wê gihîştiye nêzîkî 2.3 milyonî û 2 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne. Sivîlên koçber di stargehên demkî de ku paqijiya wan nebaş e, ji bo jiyanê têdikoşin.

Artêşa Îsraîlê bi êrîşên rojane sivîlan hedef digire û tê ragihandin ku kamyonên alîkariyê ji ber fikarên ewlehiyê têrê nakin û nikarin pêdiviyên mirovan bicîh bînin.

Komîserê Giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini jî diyar kir ku alîkariya hewayî ya ji bo Xezzeyê ne tenê birçîbûn kêm nekiriye, lê di heman demê de ji bo sivîlan jî xetereyek çêkiriye. Hat ragihandin ku hin alîkarî li ser sivîlan ketine û bûne sedema qurbaniyan, hin jî ber bi deryayê ve çûne.

Hat ragihandin ku heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de herî kêm 60,138 Filistînî hatine kuştin û 146,269 kes jî birîndar bûne.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.