Îsraîl: Hilberînerê çekên Hizbullahê li Lubnanê hat kuştin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşeke esmanî de li başûrê Lubnanê, berpirsê bipêşxistin û hilberandina çekan ê Hizbullahê Mihemed Elî Yasîn kuştiye. Ev êrîş di demekê de pêk tê ku alozîya di navbera her du aliyan de berdewam e, tevî agirbesta ku di Mijdara 2024an de hatibû ragihandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê roja Yekşemê kuştina kesekî di êrîşeke Îsraîlê de li başûrê welêt piştrast kir. Ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê (NNA) da zanîn ku êrîş bi droneke Îsraîlî li ser rêya di navbera bajarokên Tulin û Qalaviye de li herêma Nebatiyeyê pêk hatiye.
Îro, artêşa Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û nasnameya kesê kuştî wek Mihemed Elî Yasîn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku Yasîn di nav refên Hizbullahê de roleke sereke di pêşxistin û çêkirina çekan de dilîst. Artêşê her weha dîmenên operasyonê jî bi raya giştî re par ve kir.
Ev ne yekem car e ku Îsraîl endamên Hizbullahê dike hedef. Roja Înê jî hatibû ragihandin ku di êrîşeke din a Îsraîlê de li bajarokê Ayterunê ser bi navçeya Bint Cibeylê kesek hatibû kuştin .
Hikûmeta Tel Avîvê radigihîne ku ji dema ketina meriyetê ya agirbesta di 27ê Mijdara 2024an de, ku piştî zêdetirî salekê ji pevçûnên dijwar hatibû îmzekirin, di êrîşên xwe de zêdetirî 230 endamên Hizbullahê kuştine.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




