PeyamaKurd - Li demeke ku li pişt perdê muzakereyên aştiyê yên di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin, Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdarên Îranê derbarê rewşa Tengava Hurmizê de daxuyaniyek belav kir. Pasdaran peyama "ewlehiyê" da deryavanan û bal kişand ser "prosedurên nû".
Supaya Pasdaran di peyama xwe ya li ser medyaya civakî de, spasiya hemû kaptan û xwediyên keştiyan kir ku li Kendava Îranê û Deryaya Omanê li gorî "rêziknameyên Îranê" tevgeriyane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pabendbûna keştiyan bi van rêgezan, alîkariya ewlehiya deryayî ya herêmî kiriye. Ev wekî nîşaneyekê tê dîtin ku Îran hîn jî dixwaze di qada navdewletî de nîşan bide ku kontrola tengavê di bin serweriya wan de ye.
Hêzên deryayî yên Îranê ragihand ku bi pûçkirina gefên "êrîşkaran" û bi xistina meriyetê ya proseduran (rêkarên) nû, dê li Tengava Hurmizê derbasbûneke bi ewle û bi îstîqrar were dabînkirin. Ev daxuyanî piştî operasyona Amerîkayê ya bi navê "Project Freedom" (Projeya Azadiyê) hat, ku tê de Washingtonê gotibû wan tengav ji nû ve hatiye vekirin.