Ji zîndana Sincanê dest bi tehliyekirina zîndaniyan kirin

Dîroka Weşanê :
Ji zîndana Sincanê dest bi tehliyekirina zîndaniyan kirin

PeyamaKurd – Piştî paketa qanûn ya 11em ji meclisa Tirkiyê derket û di rojnama fermî de hat belavkirin, ji zîndana Ankara ya bi navê Sincanê tehliya zîndaniyan destpêkir. Mirovên zîndaniyan li ber derê zîndanê li bi kêf û dilxweşî li benda girtiyên xwe bûn.

Di qanûnan de bi paketa 11em ya wezareta dadê de li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê gelek kes  li benda tehliya xwe bûn ku tê gotin ew jimare li dora 55 hezariye ku serbest bên berdan.