PeyamaKurd – Li bajarê Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber botlaya gazê ya 800 kîloyî, teqîneke mezin çêbû. 106 kes bi giranî, bi giştî 217 kes jehrî bûn.
Li bajarê Çardawil ê ser bi parêzgeha Îlamê ve teqînek bihêz çêbû. Li gor Serokê Zanîngeha Îlamê Mihemed Kerîmî ragihand, 217 kes di encama teqînê de jehrî bûne û rewşa 106 kesan giran e.
Parêzgarê Îlamê Qasim Silêmanî Deştekî, fermana hawarçûna bilez der kir û bi dehan tîmên hawarçûnê ji Kirmanşan û navenda Îlamê ve bo cihê bûyerê hatin veguhestin.
Cîgirê Parêzgarê Îlamê bo karûbarên emnî ragihand, ku teqîn ji ber botlaya gazê ya 800 kîloyî çêbûye.
Qayimqamê Çardawilê jî destnîşan kir, ew botlayê teqiyaye gaza klor bû û ji ber wê xelk jehrî bûye.
Li gor kesek ji teqîna Îlamê li nexweşxaneyê ji medya Îranê re ragihand, “Min got qey erdhej çêbû.”
Herwiha li gor zanyariyan, teqîn ji ber sersariya şifêrê balhilgirê çêbûye û heta niha kesî ji ber wê teqînê can nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin