PeyamaKurd - Li navçeya Cizîrê bi ser parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, bînayeke 2 qatî herifî û di encamê de 2 kes mirin.
Li gorî agahiyan, li gundê Bazift ê li ser rêya sereke ya Nisêbîn-Cizîreyê bînayeke du qatî herrifî û di encama bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kesên din jî birîndar bûne.
Piştî bûyerê tîmên rizgarkirinê û hawarçûnê û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin.
Hêj derbarê sedema herifîna vê bînayê de ti agahî nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin