Li Alaska ya Amerîka balafir li herêma leşkerî ket: 8 mirî

Li Alaska ya Amerîka balafir li herêma leşkerî ket: 8 mirî

PeyamaKurd - Li eyaleta Alaskayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) balafireke piçûk a rêwiyan li herêmeke leşkerî ket û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya Alaskayê ya girêdayî artêşa DYAyê ragihand ku balafir li nêzîkî baregeheke dûr a radara leşkerî ku li rojavayê eyaletê ye ketiye xwarê.

Rêveberiya Hewavaniyê ya Federal (FAA) diyar kir ku firokeya ji cureya Cessna 441 a girêdayî şirketa Security Aviationê ji Balafirgeha Navdewletî ya Anchorageê rabûbû û ber bi Qada Radara Dirêjmezilî ya Cape Newenhamê diçû.

Li gorî daxuyaniya FAAyê, balafir di saet 12:15an de li rojavayê qada balafirgeha baregehê ketiye û lêkolîn li ser sedema vê qezayê hatine destpêkirin.