PeyamaKurd – Îşev li Iraqê hinek rûdan çêbûn. Fuze li bajarê Anbarê li navça Hîtê ket ku fuze ya hilberîna Îranê bû. Li Babîlê jî li devera Curf es-Saharê ji hewa de êrîşê hêzên Haşdî Şabî kirin.
Rêvebiriya Polîsê bajarê Anbarê, berpirsê beşa medyayê Ahmed Meşhedani bo Rûdawê ragihandiye ku seet di navbera 17:30 û 17:45an de fuzeyekî li navça Hîtê li nahiya Firatê ketiye. Meşhedanî got:
“Tesbît bû ku fuze ya Îranê ye. Ji jîngehê dûr ketiye, ketiye araziyê vala û zerara maddî an canî nebûye.”
Piraniya axa bajarê Anbarê Sunnî ne, axa bajêr sê yeka axa Iraqê ye, cîranên welatên Urdinê, Sûriyê û Erebistana Saûdiyê ne. Her weha di nav axa Iraqê de cîranê bajarên Nînova, Selahaddîn, Bexda, Kerbela û Necefê ye.
Ji ciyê Haşdî Şabî lê ye û hatiye bombe kirin, dûman bilind bûye lê hêzên ewlehiyê heya niha nizanin bê çi qewimiye.