PeyamaKurd - Îro serê sibehê (14ê Adara 2026an), li navîn û rojhilatê paytexta Iraqê, Bexdayê, du teqînên pir bihêz hatin bihîstin. Hat ragihandin ku êrîşeke asmanî maleke li taxa navdar a Arasatê hedef girtiye, ku wekî baregeheke serkirdeyekî Hêzên Heşda Şeibî dihat bikaranîn.
Li gorî agahiyên destpêkê, xaniyê ku bûye hedefa balafiran aîdî serokê yek ji komên çekdar ên di nav sîstema Heşda Şeibî de ye. Berpirsekî payebilind ê ewlehiyê yê Iraqê ji Rûdawê re ragihand ku piştî teqînê, hêzên Heşda Şeibî herêm bi temamî dorpêç kirine. Hat diyarkirin ku milîs rê nadin kesekî nêzîkî cihê bûyerê bibe û heta saziyên ewlehiyê yên fermî yên dewletê jî nikarin derbarê rewşê de agahiyan kom bikin.
Her çend heta niha nasnameya kesên di êrîşê de bûne hedef bi fermî nehatibe eşkere kirin jî, li ser medyaya civakî geşedanên balkêş hene. Gelek siyasetmedar û parlamenterên nêzîkî Heşda Şeibî, dest bi parvekirina ayetên Quranê yên derbarê şehadetê de (bi taybetî ayeta 169an a Sûreya Al-î Îmran) kirin. Ev yek gumanan xurt dike ku serkirdeyekî pir payebilind ê milîsan hatibe kuştin.
Raportên destpêkê nîşan didin ku di vê êrîşê de kuştî û birîndar hene. Ji ber ku Heşda Şeibî herêm wekî “qada qedexekirî” ragihandiye, hûrguliyên li ser hejmara qurbaniyan û nasnameya fermandarê hedefgirtî hîn zelal nebûne.