Li Îranê nebûna av û elektrîkê tê protesto kirin: Xelk bêzar bûye

Li Îranê nebûna av û elektrîkê tê protesto kirin: Xelk bêzar bûye

PeyamaKurd- Ji ber qutbûna bênavber a ava vexwarinê û kêmaviya giştî li seranserê Îranê xwepêşandanên protestoyî li dijî rêveberiya Îranê hatin lidarxistin.

Bi hezaran kes li bajarê Xumam li parêzgeha Gîlanê, bi bîdonên vala yên avê daketin meydanan û gotin, ti bernameyeke hikûmetê ji bo jiholêrakirina bêaviyê ku welatî bêzar bûne tune ye û ji bo çareserkirina vê qeyranê ti gav nehatine avêtin.

Dîsa ji parêzgehên Xûzistan û Kirmaşanê heta Tehran û Meşhedê, ji Bûşêhrê heta Gîlanê, xelkê ji bo qutbûna avê nerazîbûn nîşan da û daketin kolanan.

Herwiha li seranserê Îranê ji bilî kêmavîyê elektrîk jî bi domdarî qut dibe û bi fazên kêm dixebite ku gelek alavên elektrîkî yên welatiyan xisarê dibînin û xerab dibin.

Dîsa ji ber van pirsgirêkan rewşa jiyanî ya weke xwarin, tenduristî, xizmetkariyên civakî û bazarê hatiye asta têkçûnê.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.