PeyamaKurd- Serokê Haşdî Şa’bî û musteşarê Ewlekariyê yê Iraqê Falih Feyyad, bo girtina baregehên Haşdî Şa’bî beyan da ku li temamê bajarên Iraqê baregehên wan hatine girtin lê bo wan bikin yek, pêdivî bi 2 mehan heye. Feyyad weha dewam kir:
“Biryarname vê serê mehê derket û tê cîbicîkirin. Temamê buroyên Haşdî Şa’bî hatin girtin. Mensûbên Haşdî Şa’bî malên wan yên ku dikaribûn bên neqilkirin, hatin birin.”
Serokwezîr Adil Abdulmehdî di 1 ê tîrmehê de ferman dabû ku hemû baregehên Haşdî Şa’bî heya 31 ê tîrmehê bên girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin