Li Îstenbolê gemariya hewayê %23 zêde bû

Li Îstenbolê gemariya hewayê %23 zêde bû

PeyamaKurd – Zankoya Teknîkî ya Îstenbolê (İTÜ) li ser bingeha pîvanên îstasyonan yên hewayê, raporekî amade kir. Li gor raporê; gemariya maddên partikulê di meha Nîsanê de li gor Nîsana sala borî %23 zêde bûye.

Gemariya hewayê ya herî zêde li Kağıthanê, Sarıyer û Arnavutköy e. Li ser mijarê Prof. Dr. Hüseyin Toros ragihand:

“Ji 37 îstasyonên Îstenbolê, pîvana 4 îstasyonan ji 50 mikrogram/m3 zêdetire.”

Gemariya herî kêm li Îstenbolê bi 17,14 mikrogramî li Kumköyê hat pîvan.