PeyamaKurd - Li parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrîşeke çekdarî de 2 endamên Supaya Pasdaran a Îranê hatin kuştin û 2 endamên din jî birîndar bûn.
Medyaya fermî ya Îranê ev rûdan wekî "êrîşeke terorîstî" ragihand û diyar kir ku kesên çekdar li ber deriyê mala pasdaran gulebaran kirine. Rayedarên Îranê ji bo girtina kiryaran lêpirsîn dane destpêkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku navenda wê li Norwêcê ye, derbarê nasnameya êrîşkarên li Kirmanşanê agahiyên nû parve kirin:
Rêxistina Hengawê eşkere kir ku grûpeke çekdar a nû ya bi navê "Xorî Hîwa" berpirsiyariya vê êrîşê girtiye ser xwe.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş bi taybetî li dijî wan endamên Supaya Pasdaran hatiye kirin ku di serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya sala 2022an de (piştî canbexşkirina keça Kurd Jîna Emînî) beşdarî lîstina pîlanên tundûtûjiyê û serhildana xwepêşanderan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bibûn.