Li Pakistanê kesek bi angasta ‘bêhurmetiyê li Qur’anê kiriye’ hate sewitandin

Li Pakistanê kesek bi angasta ‘bêhurmetiyê li Qur’anê kiriye’ hate sewitandin

PeyamaKurd - Li Pakîstanê kesek bi angaşta ‘bêhurmetiyê li Qur’anê kiriye’ ji aliyê girseyê ve hate şewitandin.

Li gorî nûçeya ajansên navneteweyî, kesê ku ji bo ewlehiya xwe li navenda polêsan hatibû ragirtin, ji aliyê girseyê ve hat revandin û piştre hate şewitandin.

Jêderekî ji polêsê herêma Siwat a Pakistanê ji AFPê re got: “Di 20:00ê êvarê de li bajarê Medyan ê herêma Siwatê kesek bi angaşta ku Qur’anê şewitandiye, ji aliyê welatiyan ve hatiye desteserkirin. Polêsan mudaxeleyî bûyerê kir û ew kesî rizgar kirin û birin navenda polês a bajêr.”

Hate ragihandin ku ew kesê bi angaşta Qur’anê şewitandiye hatiye şewitandin, ne ji herêmê bûye.

Heman jêderê polês da zanîn ku polês ji bo belav kirina girseya hêrsbûyî, guleyên hişyariyê berî hewayê daye, lê belê vê yekê hêrsa girseyê zêdetir kiriye û hejmara girseyê ji polêsan zêdetir bûye û ew zilam ji navenda polêsan hatiye derxistin û bi daran hatiye lêdan û di encamê de benzîn bi ser de hatiye rijandin û hatiye şewitandin.

Rayedarekî din ê navçeyê jî bûyer piştrast kir û got: “Piştî ku ev kes hat kuştin, girseya hêrsbûyî polêsan dan ber keviran û polês bêçar man ku ji navenda xwe derkevin.

Mijara bêhurmetiya li dijî sembolên olî li Pakistanê mijarek pir hestiyar e û tawanbarkirinên li ser vê mijarê dikare bibe sedem ku girse serî li tundûtûjiya rasterast bidin.

Di meha Gulanê de li herêma Pencabê Kristiyanek, ji ber şewitandina Qur’anê ji aliyê girseyêl ve hatibû lînckirin û di encamê de ji ber birînên xwe canê xwe ji dest dabû.

Li heman herêmê, di Sebata 2023an de misilmanek, ji ber bêhurmetiya Qur’anê bi lêdanê hatibû kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin