Lîderekî Hemasê li girtîgeha Îsraîlê can da

Lîderekî Hemasê li girtîgeha Îsraîlê can da

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku yek ji lîderên Tevgera Hemasê Mihemed Muhammed Ebû Arra (63) li girtîgeha Îsraîlê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Komeleya Dîlên Filîstî û Komîsyona Karûbarên Dîlan, berpirsê Hemasê yê 63 salî bi navê Ebû Arra li girtîgeha Ramon a başûrê Îsraîlê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Arra di 30yê Cotmeha borî de hatiye girtin û tevî ku rastî îşkenceyê hatiye jî tedawiya wî hatiye piştguhkirin.

Li gorî komeleyê ji 7ê Cotmeha 2023yan ve herî kêm 18 filîstînî li girtîgehên Îsraîlê mirine.