Îsraîlê li Sûriyê depoya çekan a Hizbullahê teqand

Îsraîlê li Sûriyê depoya çekan a Hizbullahê teqand

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê, bi êrîşeke asmanî li depoyên çekan ên Hizbullahê yên li benderên Laziqiyeya Sûriyê xist.

Medya fermî ya Sûriyê ku Îsraîlê êrîşî benderên li Laziqiyê kiriye û zirarên madî çêbûne.

Herwiha hatiye gotin ku ji ber bombebaranê agir rû daye lê tîmên agirkujiyê piştî çend seatan vemirandine.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR) jî Îsraîlê depoyeke çekan li Laziqiyê kiriye armanc ku ew depo ya Hizbullaha Lubnanê bûye.