PeyamaKurd - Agirbesta navbera hêzên hikûmeta Yemenê û Husiyan a bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat ragihandin, di demeke gelekî kurt de têk çû û pevçûna navbera herdu hêzan dîsa destpê kir.
Ajansa Fransî AFPê ragihand ku şer û pevçûnên navbera hêzên hikûmeta Yemenê yên Siûdî û Îmarat piştgiriya wan dikin û Hûsiyên nêzîkî Îranê ji nû ve destpê kirine û li rojhilatê Hudeydayê topbaran hatiye kirin.
Hêzên hikûmetê û nûnerên Hûsiyan hefteya borî di hevdîtinên Stockholmê (Swêd) de, bi navbeynkariya NYyê ji bo alîkariyan bi milyonan sivîlên ji birçîbûnê bêzar bûne, li ser agirbest û vekirina korîdoreke însanî li rojhilatê Hudeydayê li hev kiribûn.
Li gor rêkeftinê diviyabû îro 18ê Kanûnê roja Sêşemê agirbest bikeve meriyetê, lê hat ragihandin ku şer û pevçûnan dîsa destpê kir ku hîn rewşa 150 hezar sivîlên li Hudeydayê asê mane zelal nebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin