Madleen anîn Bendera Aşdodê

PeyamaKurd – Keştiya alîkariyê ya Madleen a ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat girtin, anîn Bendera Aşdodê.
Keştiya alîkariyê ya bi navê 'Madleen' a girêdayî Koalîsyona Fîloya Azadiyê (FFF) ya ku ji bo dorpêça li ser Xezzeya ku di bin êrîşên Îsraîlê de bi birçîbûnê re têdikoşe bişkîne û alîkariyên mirovî ji Filistîniyan re bîne, ji aliyê komandoyên hêzên deryayî yên artêşa Îsraîlê ve li ava Deryaya Spî hat girtin.
Keştiya bi navê Madleen ku 12 parêzvanên mafên mirovan tê de bûn anîn Bendera Aşdodê.
Li peravên benderê tevgera keştiyên leşkerî yên artêşa Îsraîlê û keştiyên bilez hatin dîtin.





