5 dewlet givaşan danî ser 2 wezîrên Îsraîlê ser Itamar Ben Gvir û Betzalel Smotrich

PeyamaKurd – Îngiltere, Kanada, Avustralya, Zelanda Nû û Norveç, givaşê danî ser her dû wezîrên Îsraîlê ser Ben Gvir û Betzalel Smotrich. Di biryara givaşê de heyiyên her dû wezîran yên li 5 welatan hatin desteserkirin û geşta her dû wezîran bo her 5 welatan hat qedexekirin.
Sedema danîna givaşan ya ser her dû wezîran komkujiya li Gezayê ye. Ben-Gvir, li Îsraîlê wezîrê ewlehiya netewiye û Smotrich her çendîn wezîrê darayiye jî bi gotinên xwe kiryarên li Xezayê erê dike.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




