Koalîsyona Navneteweyî bi sedan barhilgirên alavên leşkerî birin Rojavayê Kurdistanê

Koalîsyona Navneteweyî bi sedan barhilgirên alavên leşkerî birin Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Li gorî nûçegihana KANAL8ê ya li Rojavayê Kurdistanê, 200 barhilgirên ku tê de alavên lojistîkî, wekî parçeyên çîmentoyê û kelûpelên leşkerî hene, ji Herêma Kurdistanê derbasî baregeha Qesrikê ya li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku di meha Gulana borî de 324 barhilgir derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbûn.

Herî dawî, hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê ji nû ve xwe rêk û pêk dikin û li gorî agahiyan, hemû leşkerên Amerîkî dê li baregeha Qesrikê werin bicîhkirin.

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.