Di Cejna Qurbanê de 38 hezar turîstî serdana Zaxoyê kir

PeyamaKurd – Rêveberiya Geştiyariyê ya Zaxoyê ragihand ku di 4 rojên dawî yên betlaneya Cejna Qurbanê de zêdetirî 38,500 geştiyaran serdana bajêr kiriye.
Berdevkê Rêveboiya Geştiyariyê ya Zaxoyê, Bêwar Sindî, diyar kir ku ji van geştiyaran 22 hezar ji Iraqê, 15 hezar ji Herêma Kurdistanê û zêdetirî 1,200 kesî ji welatine derve serdana Zaxoyê kiriye.
Bêwar Sindî got ku ofîsa geştiyariyê ji bo pêşwazîkirina mêvanan amadekariyên xwe berê kiribûn. Wî anî ziman ku Zaxo bi cihên xwe yên geştiyariyê yên wekî Şaranîş, Berx, Surya û şikefta Baherê navdar e, ku di betlaneyê de gelek mêvanan berê xwe dane wan deveran.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




