Trump: “Bi îhtîmaleka xwurt wê Îsraîl li Îranê bixe”

Trump: “Bi îhtîmaleka xwurt wê Îsraîl li Îranê bixe”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump daxwuyaniyekî da û Rojhilata Navîn germ bû. Trump li ser êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê weha got:

“Ez nabêjim êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê nêze lê dibe êrîş bike. Ev îhtîmalekî xwurt e. Ez bi xwe dixwazim ji şerê Îranê xwe dûr bixim.”

Trump, ragihandina di civîna rojnamevan de ya di Koşka Sipî de kir.

Li aliyê dinê TV ya Îranê ya ku weşana xwe bi Îngîlîzî dike ya bi navê Press TVyê ragihand ku kesekî di asta bilind de ji rayedarên Îranê nexwestiye navê wî bê aşkerakirin, gotiye ku Îran li hemberê êrîşên leşkerî amadekariya wan di asta herî bilind de ye.

Rayedarê Îranî ragihandiye ku wê bersiva Îsraîlê û Îranê bi awayekî bidin ku herkes şaş bimîne û weha dewam kiriye:

“Îran niha amadebûna xwe derxistiye asta herî bilind. Rejîma Siyonîst û DYA eger êrîşekî bikin wê bê amadekarî bên zeftkirin.”

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.