Paraşûtvanê Kurd bû şampiyon

PeyamaKurd- Paraşûtvanê Kurd Hejar Cebarê li Qazaxistanê beşdarî şampiyoniyeke navneteweyî bû ku di nava 53 paraşûtvanên ji seranserê cîhanê de pileya yekem bi dest xist.
Hejar Cebarê Helebceyî ku 37 salî ye, li gel tîmeke 3 kesî beşdarî şampiyoniyê bû û li ser asta takekesî di nava 53 paraşûtvanan de pileya yekem bi dest xist û wekî tîm jî bû sêyemîn.
Hejar Cebar ji Rûdawê re gotiye: “Asta takekesî ya pêşbirkê gelekî zehmet bû, ji ber ku werzişvan ji welatên din xwedî piştgiriyeke mezin bûn lê kesî piştgiriya min nedikir û ez bixwe beşdar bûm. Min zehmetiyeke zêde dît lê spas ji Xwedê re ku ez gihîştim armanca xwe.”
Hejar Cebar diyar kir, “Min tîmeke ji sê paraşûtvanan ava kir ku pêwîst bû ez li gel 2 paraşûtvanên welatên din bim. Yek ji wan Hindî û yê din jî Îranî bû, li wir me pileya sêyem bi dest xist.”
Cebar 9 sal in werzişê dike û beşdarî 19 şampiyoniyan bûye. Cebar li ser hildana alaya Iraqê jî got, “Şampiyonî navneteweyî bû û neçar bûm alaya wî welatî bilind bikim ku min nûnertiya wê kir.”
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




