DEM Partî: Ocalan dixwaze bi Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî re hevdîtinê bike

PeyamaKurd- Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, îro 11ê Hezîranê roja Çarşemê di civîna rojnamevanî ya li navenda partiyê de ragihand ku Abdullah Ocalan dixwaze bi berpirsên Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re hevdîtinan bike.
Ayşegul Dogan wiha got: “Dema giranî û meziniya pirsê bê fikirîn, em hêvî dikin ku hevdîtina bi Rêzdar Mesûd Barzanî, Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Rêzdar Mezlûm Ebdî, Rêzdar Qubad û Bafil Talebanî re dê bi fêde be. Em herwiha dizanin ku ew (Abdullah Ocalan) dixwaze van hevdîtinan pêk bîne. Em dixwazin vê yekê jî bi raya giştî re parve bikin. Ev, daxwaza Rêzdar Ocalan e."
Herwiha Dogan eşkere kir ku DEM Partî di demeke nêzîk de serdana Girava Îmralîyê dike û ew dê di asta hevserokan û endamên meclîsa partiyê de hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin.
Ev nivîs 163 car hatiye xwendin.




