Amerîka biryara tehliya balyozxana li Bexdayê da

Amerîka biryara tehliya balyozxana li Bexdayê da

PeyamaKurd – Gengeşeya navbera Îranê û Amerîkayê her diçe zêde dibe. Îranê gotibû eger di navbera Îran û DYA de pevçûn an şer derê, wê li baregehên Amerîkayê bixin. Piştî vê gotina Îranê, rêvebiriya DYAyê ragihand ku wan biryarê daye ku balyozxana xwe ya li Bexdayê tehliye bikin.

Koşka Sipî biryarê piştrast kir û artêşa DYAyê amadeye ku balyozxanê tehliye bike. Rayedarên DYAyê ragihandin ku ji bo balyozxana Qatarê ya DYAyê biryarekî weha tine.

Rayedarekî ji wezareta karên derve ya Iraqê ragihandiye ku ji ber talûka ewlehiya DYAyê ya li herêmê, li ser pêşdeçûnên herêmê ne bi temamî lê wê tehliya konsulxanê qismen bibe.

Rayedarên DYAyê gotine ku wezareta karên derve ya DYAyê bendeye ku seeta sefera xebatkarên konsulxaneyê diyar bibe û bendene ku di rêya sîvîl de mijara çareser bibe. Eger nebe, wê artêşa DYAyê mijarê çareser bike.

Cîgira berdevka Koşka Sipî Anna Kelly tehliya konsulxaneya Amerîkayê ya Bexdayê piştrast kir û got:

“Wezareta karên derve daîma rewşa xebatkarên xwe yên li derve kontrol dike û ev biryar di wextekî nêz de piştî lêkolînekî hat dayîn.”

Fermandariya Nevendî ya DYAyê (CENTCOM) piştrast kir ku wezîrê bergiriya DYAyê Pete Hegseth veqetandina malbatên leşkerên wan yên li Rojhilata Navîn ku herin malên xwe erê kiriye û got:

“Em gengeşeya ku li Rojhilata Navîn dibe, dişopînin.”

Rayedarekî DYAyê ragihandiye ku îznê dane malbatên leşkerên li Bahreynê ku ji Bahreynê herin malên xwe.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.