Keştiyekî biçûk serobino bû û 30 kes mirin

Keştiyekî biçûk serobino bû û 30 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Komara Kongo ya Demokratîk li eyaleta Equateur keştiyekî biçûk an ku tekneyekî bi sedema bayê xwurt li ser avê serobino bû û di encamê de 30 kes di avê de mirin.

Di keştiyê de li dora 100 kes hebûn û ji bo kesên wenda lêgerîn û rizgarkirina tîman dewam dike. Keştî li ser gola avê ya bi navê Tumbayê di rêya xwe de diçû, di keştiyê de rêwî û hem jî bar hebû.

Li Kongoyê ji ber rêyên bi asfalt kêmin bo gihandina rêwî û baran, bi giştî rêya çem (rûbar) û rêyên ser golên avê bikartînin.

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.