Trump: Me bi Çînê re li hev kir, têkiliyên me gelekî baş in

Trump: Me bi Çînê re li hev kir, têkiliyên me gelekî baş in

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan li ser mijara bacên gumrikê bi Çînê re li hev kiriye û got, têkiliyên wan bi Çînê re gelekî baş in.

Piştî pêwendiya telefonî ya hefteya borî di navbera Serokê DYA Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping de, rayedarên Amerîka û Çînê li Londonê ji bo kêmkirina aloziya bazirganî ya di navbera her du welatan de civiyan.

Trump jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di navbera her du welatan de lihevkirin çêbûye û got, "Me bi Çînê re li ser baca gumrikê li hev kir. Tenê pêdiviya wê bi erêkirina min û Serok Xi heye.

Herwiha em ê mijarên ku li ser li hev kirine, di nav de bikaranîna zanîngeh û kolêjên me ji aliyê xwendekarên Çînî ve, pêşkêşî Çînê bikin. Em ê ji Çînê re ji sedî 55, ew jî ji me re ji sedî 10 baca gumrikê deynin. Têkiliyên me gelek baş in."

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.