Di êrîşa ser ocaxên madenê de 36 kes hatin kuştin

PeyamaKurd – Li eyaleta Kivu ya Bakûr ya dewleta Kongoyê, li bajarokê Banangoyê Rêxistina serhildêr ya bi navê Hêzên Hevkar ên Demokratîk (ADF) evêtin ser ocaxên madenê, 36 kesan kuştin û gelek kesan jî rehîn girtin.
Grûba ADFê gelek caran tevgerên weha dike û vê carê avêt ser ocaxên bi navên Angola 1 û Angola 2.
ADF, piştî kuştina 36 kesan û desteserkirina gelek karkeran, ji sehayên navborî xwe dûr xistin. Piştî êrîşê gelek kes bo xwe bigihînin deverên bi ewle, terka wê derê kirin. Hêzên dewletê dest bi operasyonan kir.
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.




