Rûsyayê 2 bajarokên Donetsk a Ukraynayê ontrol kir

PeyamaKurd- Hêzên Rûsyayê ragihand ku bajarokên Petrovskoye û Alekseevka yên herêma Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê xistine kontrola xwe.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro 12ê Hezîranê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bajarokên Petrovskoye û Alekseevka yên Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê bi dest xistine.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Hêzên Ukraynayê zêdetirî 240 leşkrên xwe, 2 tank, wesayîtên zirxî û obîs ji dest dane, her wiha 4 navendên şerê elektronîk û 53 depoyên teqemeniyê hatin rûxandin.”
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




