Ciwanê ji Rojhilatê Kurdistanê yê li Girtîgeha Diyarbekirê "xwe nekuşt", lê bi êşkenceyê can da

Ciwanê ji Rojhilatê Kurdistanê yê li Girtîgeha Diyarbekirê "xwe nekuşt", lê bi êşkenceyê can da

PeyamaKurd – Şemsedîn Îsmayîlî, xortê Kurd (25) yê xelkê gundê Hindiwan ê navçeya Kotolê ya bi ser bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, piştî 45 rojan binçavkirinê li Girtîgeha Diyarbekirê, di şertên gumanbar de can da.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, desthilatdarên Tirk sedema mirina Îsmayîlî wekî “xwekuştin” ragihandine, lê çavkaniyên nêzîk diyar kirin ku ew li girtîgehê rastî îşkenceyên giran hatiye.

Şemsedîn Îsmayîlî, ku ji bo kar çûye Bakurê Kurdistanê, li Otogara Diyarbekirê hatiye binçavkirin û ew xistine Girtîgeha Navendî ya Diyarbekirê. Çavkaniyeke agahdar ragihand ku Îsmayîlî berê ji ber qezayeke motorsîkletê di rewşeke tenduristî ya xerab de bûye, û li girtîgehê miameleyên xirab û îşkenceyên dijwar lê hatine kirin. Sedema girtina wî hêj bi zelalî nehatiye eşkerekirin.

Cendekê Şemsedîn Îsmayîlî roja Çarşemî, 9ê Hezîranê, radestî malbata wî hatiye kirin û di heman rojê de, cendekê wî ji sînorê Razî yê bi ser bajarê Xoyê ve derbasî Rojhilatê Kurdistanê hat kirin û duh roja Sêşemê jî birine Ûrmiyeyê.

Ev nivîs 249 car hatiye xwendin.