Li Mêrdînê şewateke mezin: 115 niştingeh bê elektrîk man

Li Mêrdînê şewateke mezin: 115 niştingeh bê elektrîk man

PeyamaKurd- Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, di navenda trafoyê ya Kompaniya Veguhestina Elektrîkê ya Tirkiyeyê (TEİAŞ) de şewatek derket. Ji ber şewatê, elektrîka 115 deverên niştecihbûnê ku 90 gund û 25 mezra tê cî digirin qut bû û di reşê de man.

Şewat ji ber sedemeke nehatiye zanîn, li navenda trafoyê ya li hemberî Balafirxaneya Prof. Dr. Ezîz Sancar a li Qoserê derket.

Ji ber şewatê, elektrîk li ser 90 gund û 25 mezrayan ku enerjiya xwe ji DEDAŞê werdigirin bi temamî hate birîn.

Tîmên agirkujiyê demildest bo cihê bûyerê hatin veguhestin û ji bo vemirandin û kontrolkirina şewatê xebatên xwe didomînin. Lêkolîna li ser sedema derketina şewatê didome.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.