Çar welatan biryara cezayan li ser wezîrên Îsraîlî ferz kirin

PeyamaKurd – Îngîlistan, Kanada, Awistralya û Zelanda Nû ceza li ser wezîrên Îsraîlê Itamar Ben Gvir û Betzalel Smotrich ferz kirin, bi awayên cemidandina mal û milkên wan û qedexekirina seyahetê.
Îngîlistan, Kanada, Awistralya, Zelanda Nû û welatên din ên hevalbend biryar dan ku ji ber rolên wan di pevçûnên dawî yên li Xezzeyê de, li ser wezîrên Îsraîlê Itamar Ben-Gvir û Bezalel Smotrich cezayên darayî ferz bikin. Ceza cemidandina mal û milkên wan û qedexeyên seyahetê dihewîne.
Li gorî nûçeya rojnameya The Times a li Îngîlistanê; Îngîlistan, Kanada, Awistralya û Zelanda Nû biryar dan ku li ser Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê rastgir ê tundrew ê Îsraîlê Îtamar Ben Gvir û Wezîrê Darayî Betzalel Smotrich dorpêçan ferz bikin.
Ev gav ji ber rolên van kesan di pevçûnên dawî yên li Xezzeyê de hatiye avêtin.
Li gorî cezayan, mal û milkên Wezîrê Ewlekariya Neteweyî Ben-Gvir, ku niştecihekî Şerîaya Rojava ye û Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Smotrich wê werin cemidandin û qedexeya seyahetê li ser wan were sepandin.





