Îsvîçre bo geşepêdana Ganayê 77 milyon dolar destekê dide

Îsvîçre bo geşepêdana Ganayê 77 milyon dolar destekê dide

PeyamaKurd – Dewleta Îsvîçre ji bo pêşdeçûna welatê Ganayê bernama bexşê ya bi 77 milyon dolarî dide destpêkirin. Armanca bernamê ew e ku hedefên geşepêdanê yên Ganayê bicîh werin.

Li gor çapemeniya netewî; Îsvîçre di rêya sekreteriya dewletê ya ji karên aboriyê berpirs (SECO) de, bo aboriya Ganayê di pêşde mezin bibe, wekî perçeyekî ji karên 4 salan bi miqdarê 77 milyon dolarî alîkariyê ragihand.

Bernama ji aliyê SECO de ya hevkariya 4 salan ku dê bê meşandin, dixwaze Gana bigihê hedefên fireh û pêşdeçûna ku mirov dikare bimeşîne û destekê bidê. Di civîna danasîna bernamê de, balyozê Îsvîçre yê li Akrayê Simone Giger, behsa hevkariya ku wextekî dirêje di navbera Îsvîçre û Gana de heye, kir. Giger got:

“Ez dixwazim Gana ji aliyê aboriyê û bazirganiyê de bêhtir bibe xwediyê cûre dahatan. Îro di bazara Îsvîçre de ez dixwazim malên Ganayê yên cil û bergan, berhemên destî an jî çîkolatayan bibînim.”

Îsvîçre û Gana demekî dirêje di navbera wan de bazirganî heye, hemkariya kakao û ya hawirdoriyê heye. Ev bernama bexşê, bendene ku têkiliyên dualî kûrtir bike û rê li ber pêşdeçûna Ganayê veke.

Ev nivîs 143 car hatiye xwendin.