Wezareta Derve ya Çînê: Divê pirsgirêka nukleerî ya Îranê bi diyalogê bê çareserkirin

Wezareta Derve ya Çînê: Divê pirsgirêka nukleerî ya Îranê bi diyalogê bê çareserkirin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Çînê tekez kir ku di nîqaşên li ser bernameya nukleerî ya Îranê de çareseriyên siyasî û dîplomatîk pêşîn in û ragihand ku ew di vê pêvajoyê de alîgirê diyalogê ne. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve, Lin Jian ji Mehdî Ferecê Rûdawê re got, "Çînê her tim piştgirî daye çareserkirina pirsgirêka nukleerî ya Îranê bi rêbazên siyasî û dîplomatîk." 

Lin diyar kir ku ew pêşwaziyê li danûstandinên dikin ku Îran bi hemû aliyan re dike û ew alîgirê bipêşvebirina vê pêvajoyê ne  bi rêya diyalogê.

Wî her weha got ku Çîn amade ye ku bi hemî aliyên peywendîdar re hevahengî û hevkariyê bidomîne.

Li ser Iraqê: Ew meseleyeke navxweyî ye     

Lin Jian di bersiva pirsekê de ya li ser krîza budceyê ya di navbera Hewler û Bexdayê de got,

"Ev karê navxweyî yê Iraqê ye. Çîn wekî prensîbeke giştî piştgirîya aştî, aramî û pêşketina Iraqê dike."   

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.