Netanyahu: Împaratoriya Osmanî venagere!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ber ziyareta Serokomarê Arjantînê Javier Milei li Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) axivî û got, "Ez bawer nakim ku Împaratoriya Osmanî di demeke nêz de vegere, venagere."
Netanyahu di rûniştina giştî ya Parlamentoya Îsraîlê de axivî û îdia kir ku Arjantîn di nîvê duyemîn a sedsala 19an de ji bo Cihûyan bûye penageh û cihûyên ku ne tenê ji Ewropaya Rojhilat, ji Împaratoriya Osmanî jî ji tengasiyên aborî û "antîsemîtîzmê" direvin.
Netanyahu dema behsa Împaratoriya Osmanî kir, tekez kir, "Her çend hinek bi min razî nebin jî, ez bawer nakim ku Împaratoriya Osmanî di demeke nêzîk de vegere.
Netanyahu bal kişand ser Maurice de Hirsch ê ku gelek sermaye ji bo bicihkirina cihûyan li Arjantînê û avakirina koloniyan xerc kir, tevî nerazîbûna Thedor Herzl jî Arjantîn ji bo Cihûyan pir girîng e.
Herwiha bal kişand ser dagirkirina Xûteya Rojhilat a di sala 1967an de û got, "Me 58 sal berê Qudsê ji nû ve kir yek û ez li ser navê hemû hevalên xwe yên li vir soz didim ku careke din parçe nebe." Wî anî ziman ku Îsraîl dewleta ku azadiya baweriyê li Orşelîmê peyda dike.
Netanyahu di axavtina xwe de êrîşî Îranê kir û got ku wan bi giranî Îran wêran kiriye, ku bi îdiaya wî li dijî Îsraîlê şer dike, lê xeterî hê jî didome.





