Serfermandarê Giştî yê Îranê canê xwe ji dest da

Serfermandarê Giştî yê Îranê canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serfermandarê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî di êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê de canê xwe ji dest da.

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku Îsraîlê êrîşeke li dijî Bakiriyeyê kiriye.

Ji bilî Baqerî, Fermandarê Hêzên Şoreşê Huseyîn Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul-Enbiya Gulam Elî Reşîd, zanyarê nukleerî Mihemed Mehdî Tehrançî û Serokê berê yê Desteya Enerjiya Atomî Ferîdûn Ebasî di nav fermandar û zanyarên ku di êrîşên Îsraîlê de canê xwe ji dest dane de ne.

 
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.