Amerîka balyozxaneya xwe ya li Bexdayê vala dike

Amerîka balyozxaneya xwe ya li Bexdayê vala dike

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku ji ber zêdebûna metirsiyên ewlekariyê, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê amadekariyên valakirinê dike.

Her weha, li gorî postên li ser Xê, berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê diyar kir ku fermana valakirina karmendan ne tenê Bexdayê, lê Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê jî li xwe digire. Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî da hemwelatiyên xwe ku serdana Iraqê nekin û jê derkevin.

Ev yek di demekê de ye ku danûstandinên Amerîka û Îranê ber bi çarenûsiyeke nediyar ve diçin. Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Ezîz Nasirzade hişyarî da ku heger danûstandin encam negirin, Tehran dê baregehên Amerîkayê li herêmê bike armanc.

 

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.