Qaanî: Kes newêre şerê me bike

PeyamaKurd – Fermandarê Hêza Qudsê ya Îranê Îsmaîl Qaanî îhtîmala şerê li dijî Îranê red kir û peyama Serokê Amerîkayê Donald Trump a "Heke hûn mûşekan neavêjin, em jî naavêjin" bi henekî wekî nîşana qelsiyê şîrove kir.
Qaanî tekez kir ku Îran şer naxwaze, lê "kes cesaret nake li dijî me şer bike," û dîplomasiya Tehranê wekî "aqilmend" bi nav kir.
Wî her weha pêşketinên leşkerî yên Îranê yên di 6 mehên dawî de wekî "berbiçav" pênase kir û sînorên Îsraîlê di şerê 66 rojan yê bi Hizbullahê re destnîşan kir.
Fermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî IRGC Huseyîn Selamî jî di axaftineke bi Al Jazeeraê re amadebûna Îranê ji bo "her senaryoyekê" piştrast kir û hişyarî da, ku "dijmin divê şaşitiyan neke."
Ev daxuyanî di demekê de tên ku danûstandinên nukleerî têk çûne û rageşiyên bi Washingtonê re zêde dibin.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




