Kosova dê 50 koçberan bi awayekî demkî bihewîne ku dê ji Amerîkayê bên dersînorkirin

PeyamaKurd – Hikûmeta Kosovayê ragihand ku ew ê bi demkî 50 koçberan bihewîne ku dê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bên dersînorkirin bihewîne.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmetê, Kosova dê ji bo salekê mazûvaniya wan koçberan bike da ku vegera wan a ewle ya li welatên wan hêsan bibe.
Hikûmetê diyar kir ku ew ê bi tenê wan koçberan bihewîne ku ku pîvanên serweriya hiqûqê binpê nekirine û pergala giştî bi cih anîne.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




