Îstixbarata Alman: Tundrewên rastgir zêde bûn, piştgiriya PKKê kêm bû

Îstixbarata Alman: Tundrewên rastgir zêde bûn, piştgiriya PKKê kêm bû

PeyamaKurd- Li gorî rapora Îstixbarata Navxwe ya Almanya (BfV) ya sala 2024an, hejmara tundrewên rastgir li welat gihîştiye 50 hezar û 250 kesan, ku ji wan 15 hezar û 300 kesên radîkal in ku ev yek zêdebûneke berçav nîşan dide.

Rapora BfVê herwiha destnîşan kir ku hejmara tawanên tundrewî bi %46 zêde bûye û gihîştiye 57 hezar û 701 kesan. Tawanên ku ji aliyê rastgirên tund ve hatine kirin %47,4 zêde bûne û gihîştine 37 hezar û 835 kesan, di nav wan de 6 hewldanên kuştinê jî hene.

Tawanên biyanîfobiyê jî bi %25,3 zêde bûne û gihîştine 13 hezar û 35 kesan.

Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê, Alexander Dobrindt û Alîkarê Serokê BfVê, Sinan Selen, diyar kirin ku demokrasiya Almanî di bin êrîşê de ye û hêzên ewlehiyê ji bo parastina wê têkoşînê dikin.

Di beşeke raporê de çalakiyên rêxistina PKKê yên li Almanyayê jî cih digirin û tê gotin ku PKK li welat xwedî 15 hezar alîgiran e û bi navê kampanyayên bexşînê di navbera 14 û 15 milyon Euro pere kom kiriye. Lê belê, hate bibîrxistin ku rêxistinê di sala 2024an de cara yekem kêmbûnek di dahatên xwe de tomar kiriye, li gorî sala 2023an ku 16 heta 17 milyon Euro kom kiribû.

Di raporê de hat gotin ku zêdetirî 310 kes ji Almanyayê tevlî PKKê bûne, herî kêm 42 ji wan mirine û 160 kes jî vegeriyane. Herwiha, raporê behsa pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror" a ku bi daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli dest pê kiriye û hevdîtinên heyeta DEM Partiyê yên bi Abdullah Ocalan re jî kiriye.

Ev nivîs 178 car hatiye xwendin.