Droneke Koalîsyona Navneteweyî li Idlibê li otomobîlekê da: Kesek hat kuştin

Droneke Koalîsyona Navneteweyî li Idlibê li otomobîlekê da: Kesek hat kuştin

PeyamaKurd – Li gorî agahiyên destpêkê yên ji çavkaniyên herêmî, droneke Koalîsyona Navdewletî li Kampa Etmayê ya bakurê Îdlibê, li Sûriyeyê, êrişeke hewayî li ser otomobîlekê pêk anî  Di encama vê êrişê de, kesek hat kuştin.

Bûyer îro, 10ê Hezîrana 2025an, li kampa penaberan a Etmayê qewimî, ku yek ji navendên penaberan e li parêzgeha Îdlibê.

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku dronekê, bi îhtîmaleke mezin ji cureya MQ9 û bi mûşekeke RX-9 Hellfire, otomobîlek armanc girt. Heta niha, nasnameya kesê kuştî û sedema êrişê bi awayekî fermî nehatine zelalkirin.

 

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.