Aydin Marûf: Birrîna mûçeyên gelê Kurdistanê, cezayekî siyasî ye

Aydin Marûf: Birrîna mûçeyên gelê Kurdistanê, cezayekî siyasî ye

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Marûf ragihand ku birrîna mûçeyên gelê Kurdistanê ya ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve cezayekî siyasî û civakî ye.

Marûf ji BasNewsê re diyar kir:

“Ji sala 2014an ve, Bexda bi bahane û hincetên cuda mûçeyên gelê Kurdistanê dibirre. Hin aliyên siyasî bi mûçeyên mûçewergirên Kurdistanê dilîzin da ku gelê Kurdistanê bi rengekî siyasî ceza bikin. Mixabin, Iraq ne li gorî destûrê, ne li gorî rêkeftinên siyasî û ne jî li gorî qanûna budceyê tevdigere ku ev hemû mafên mûçegiran misoger dikin.”

Wî anî zimên ku birrîna mûçeyan, bi taybetî beriya cejna qurbanê, neheqiyeke mezin e li dijî gelê Kurdistanê û got:

“Ev kiryar li dijî prensîbên mirovî û destûra Iraqê ye. Ev fişareke siyasî ye li ser pêkhateyên Kurdistanê.”

Wî her weha tekez kir ku Bexda tu carî pêbendî peymanên berê nebûye, nemaze di mijara mûçe û budceyê de, ku di Dadgeha Federal de hatine çareserkirin û di qanûna budceyê de hatine diyarkirin. Lê belê, hikûmeta federal her meh bi hincetên cuda mûçeyên Herêma Kurdistanê naşîne, bêyî ku tu hinceteke qanûnî hebe.

 

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.