OPEC: Daxwaza petrolê di 25 salên bê de wê zêde bibe

OPEC: Daxwaza petrolê di 25 salên bê de wê zêde bibe

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê OPECê Heysem El Ghays pêşbînî kir ku daxwaza petrolê wê di 25 salên bê de ji ber zêdebûna nifûsa cîhanê zêde bibe.

Li gorî Ghais ku beşdarî Pêşangeha Enerjiyê ya Cîhanî li Calgary, Kanadayê bû, daxwaza enerjiyê ya cîhanî heta sala 2050an wê ji sedî 24 zêde bibe û tê payîn ku di wê heyamê de daxwaza petrolê ji 120 milyon bermîlan di rojê de derbas bibe.

Ghais got ku tedbîrên ku sektora petrolê ya Kanadayê di salên dawî de ji bo zêdekirina hilberînê girtine OPECê matmayî kirine.

Kanadayê di sala 2024an de hilberîna petrola xav zêde kiriye ji ber zêdebûna şiyana şîrketan ji bo firotina hilberên xwe bo bazarê piştî berfirehkirina boriya Trans Mountain.

OPECê bi lez biryara xwe ya kêmkirina hilberîna petrolê paşve kişand û di mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê de hilberînê bi 411,000 bermîl di rojê de zêde kir.

Sekreterê Giştî yê OPECê Ghais got ku divê hikûmet û şîrket li rêyan bigerin da ku emîsyonên petrol û gazê kêm bikin.

 
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.