Li Los Angelesê rewşa awarte hat ragihandin!

Li Los Angelesê rewşa awarte hat ragihandin!

PeyamaKurd – Şaredara Los Angelesê Karen Bass roja Sêşemê li navenda bajêr qedexeya derketina derve ya 10 demjimêran ferz kir da ku "vandalîzm û talankirinê rawestîne" di demekê de ku xwepêşandanên li dijî operasyonên koçberiyê yên Serokê Amerîkayê Donald Trump berdewam dikin.

Bass got ku qedexe wê ji saet 20:00ê roja Sêşemê heta saet 06:00ê roja Çarşemê bidome û got ku piştî talankirina 23 kargehan "asta krîtîk derbas bûye".

Qedexeya derketina derve wê li qadeke 2.5 kîlometreçargoşeyî ya navenda bajêr, tevî herêma ku ji roja Înê ve xwepêşandan lê berdewam dikin, were sepandin. Los Angelesê rûbera wê nêzîkî 2,295 kîlometre çargoşe ye.

Li gorî Serokê Polîsê Los Angelesê Jim McDonnell, qedexeya derketina derve ji bo niştecihên deverên diyarkirî, bêmal, endamên medyayê yên xwedî nasname an jî berpirsên ewlehî û rewşên awarte derbas nabe.

McDonnell got ku ji roja Şemiyê vir ve "reftarên neqanûnî û xeternak" zêde bûne û qedexeya derketina derve pêwîst e. Qedexeya derketina derve tedbîrek pêwîst e ji bo parastina jiyan û milkê piştî çend rojên li pey hev ên zêdebûna aloziyan li seranserê bajêr.

 
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.