Nureddîn Îbrahîm: Em ê ji Şamê daxwaza sîstema nenavendî bikin

PeyamaKurd- Endamê Şanda Hevbeş a Rojavayê Kurdistanê bo danûstandinên ligel hikûmeta veguhêz a Sûriyê Nesredîn Îbrahîm ragihand, ew dê ji hikûmeta Şamê daxwaza sîstema nenavendîtiyê bikin.
Nesredîn Îbrahîm di bultena Rûdawê de got, ew dê wekî Şanda Kurdan a Hevbeş di demek nêzîk de civîna xwe li dar bixin û piştre jî ji bo danûstandinên bi hikûmeta Sûriyeyê re, berê xwe bidin Şamê.
Nesredîn Îbrahîm diyar kir ku ew dê daxwaza hevdîtinê ji hikûmeta Şamê bikin û kengê bersiv ji wan re hat dayîn, dê biçin Şamê.
Hêjayî gotinê ye, şanda Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê piştî "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdan a Rojavayê Kurdistanê" 4ê Hezîranê hatibû ragihandin.
Şanda Hevbeş a Kurdî ji van kesan pêk tê:
Serokatiya Şandeyê:
Mihemed Îsmaîl: Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S)
Perwîn Yûsifê: Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)
Endamên Şandeyê:
Silêman Oso: Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriyê
Feysel Yûsif: Koordînatorê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriye
Selah Derwîş: Sekreterê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê
Aldar Xelîl: Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
Reyhan Loqo: Endama Koordînasyona Kongreya Star
Ehmed Silêman: Cîgirê Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû Kurdî li Sûriyeyê
Nesredîn Ibrahîm: Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.




