Kurilla: Ji bo entegrasyona HSDê hin xalên nakokiyê hene

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla di li Kongreya Amerîkayê bersiva pirsan da.
Kurilla li ser pirseke derbarê entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo artêşa nû ya Sûriyeyê got: “Ez dikarim ji we re bibêjim ku niha kar bi rastî baş bi rê ve diçin, hin xalên nakokiyê hene, lê tişta ku diqewime ev e ku Kurdên Sûriyeyê niha rasterast bi (Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed) Şera û Hikûmeta Sûriyeyê re di nava danûstandinan de ne."
Kurilla da zanîn: "Tirkiyeyî jî di vî warî de roleke erênî lîst lê bi ya min em niha li ser rêyeke baş in."
Derbarê entegrasyona kêmneteweyên din a nav saziyên Şamê de, Kurilla got ku Amerîka niha bala xwe dide ser Kurdên Sûriyê û destnîşan kir, HSD hevpeymana sereke ya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya di şerê li dijî DAIŞê ye.
Li ser nakokî û aloziyên navbera Bexda û Hewlêrê û rawestandina şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê jî Fermandarê CENTCOMê got ku Amerîka di dawiyê de "bi wan re (ji bo çareserkirina nakokiyan) dixebite, (Kurd) di dawiyê de mûçeyan werdigirin, di dawiyê de alavên leşkerî werdigirin."
Kurilla got, "Ez wisa difikirim ku Îran, tevî hemû paşketinên ku di van çend mehên dawî de pê re rû bi rû maye, hewl dide bandora xwe ya li nav Îraqê zêde bike. Lê ez wisa difikirim ku Îraq welatekî serwer e û naxwaze bibe dewleta peyrew a Îranê. Helbet, niha li Iraqê hejmareke zêde ya mîlîsên ser bi Îranê ve hîn jî çalak in."
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




