Rêvebiriya xweser bihayê kirîna tona genim kir 420 dolar

PeyamaKurd – Rêvebiriya xweser ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wê tona genim ji cotyaran bi 420 dolarî bikire. Hem bo desteka çandiniyê wê gelek tedbîran bistîne. Konseya çandiniyê û ya aboriyê bihayê tona genim ragihand. Ragihandin ji aliyê hevserokên konseyê Mihemed Şewqi û Leyla Mihemed de hat kirin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku tona genim wê îsal bi 420 dolarî bikirin û weha hat gotin:
“Bi sedema hişkesaliyê û kêmbaranê ya di salê de sektora çandiniyê ji ber kêşûhewayê gelek bandora neyînî girt. Ev jî bû sedema kêmasiya di hilberîna çandiniyê û mexdûriyeta cotyaran.
Ji bo desteka çandiniyê û cotyaran konsey gelek tedbîran girtiye da barê cotyaran sivik bike…Konseyê bihayê tonagenim 420 dolar daniye. Ji bo her tona genim ku bê teslîmkirin, wê desteka bi miqdarê 70 dolarî jê re destek çêbibe. Ev ji bo dewama cotyariyê bibe ye. Tedbîrên din yên ku rêvebiriya xweser sitendiye ev in:
-Ji bo çandiniya sebze, meywe û darên zeytûnan wê desteka mazotê bidin,
-Li gor planê, wê bo çandiniya pembû desteka mazotê bidin,
-Tovê genim bo çandiniya sala pêşiya me bo araziyên bejî û cotiyarên ku zerarê dîne, wê tov bi nîv bihayê bidin cotyaran,
-Wê gubra organik bi nîv bihayê bidin cotyaran.
Ji bo desteka mazotê bidin projeyên çandiniyê, wê mekanîzmayekî bê destnîşankirin. Başkirina cûreyên tovan û çandiniya li gor şertên kêşûhewaya deverê divê cûreyên tovên nûh bên hilberîn û ji bo van karan navendên lêkolînên çandiniyê bên avakirin û yên hene wan pêşde bibin...”
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.




