Mesrûr Barzanî: Bîranîna Kerîm Şingalî bi xêr û canê wî şa be

Mesrûr Barzanî: Bîranîna Kerîm Şingalî bi xêr û canê wî şa be

PeyamaKurd- Cenazeyê Wezîrê Navxwe yê berê yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, îro 11ê Hezîranê li Hewlêrê bi merasîmekê bi axê hate spartin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefat û merasîma cenazeyê Kerîm Şingalî peyamek li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir û got, "Îro di xizmeta cenabê Serok Barzanî de, em tevlî merasîma pêşwazîkirina termê hevalê me yê rehmetî Kerîm Şingalî bûn. Bîranîna wî bi xêr û canê wî şa be.”

Bi amadebûna Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û çend berpirsên payebilind ên hikûmetê û PDKê, termê Kerîm Şingalî îro di merasîmekê de ji bo Hewlêrê hat vegerandin.

Serok Barzanî di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de amaje da, "Me hevalekê gelek nêzîk û birayekê gelek ezîz winda kir. Kekê Kerîm her di jiyê zaroktiyê de di nav malbateke Kurdperwer de ava bû. Dema ku ew li Bexdayê xwendekarê kolîja Qanûnê bû, endamekê çalak ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bû.”

Kerîm Şingalî di herdu şoreşên Îlon û Gulanê de Pêşmerge bû. Serok Barzanî got, "Piştî peymana 11ê Adarê, kekê Kerîm pir ciwan bû, lê dema ku ji zanîngehê derbaz bû, wî çavdêriya pêvajoya şehîdên Şoreşa Îlonê kir. Bi rastî jî ew mêrê rojên tengaviyan bû. Ez şahid im, şahidê têkoşîn, wefadarî û dilsoziya wî birayî."

Wezîrê Navxwe yê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî dohî 10ê Hezîrana 2025ê di temenê 75 saliyê de koça dawiyê kir.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.