Rejîma Îranê li girtîgeha Kerecê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

Rejîma Îranê li girtîgeha Kerecê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, duh, sibeha roja Duşemê, 9ê Hezîrana 2025an, rejîma Îranê 2 girtiyên Kurd yên bi navê Kerîm Hîmetî û bi navê Hemze Yarî li girtîgeha navendî ya Kerecê bi dar ve kir.

Kerîm Hîmetî, xelkê bajarê Hersînê yê bi ser parêzgeha Kirmaşanê ve ye û Hemze Yarî jî xelkê Dulfanê yê  parêzgeha Loristanê ye. 

Hat ragihandin ku rejîmê her du girtiyên Kurd bi tohmeta “madeyên hişbir” girtibûn.

Kesekî ji rewşê agahdar ragihand ku Hemze Yarî 4 sal berê û heçî Kerîm Hîmetî ye jî 5 sal berê hatibû girtin û mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatibûn kirin.

Her weha Hengawê tekez kir ku heta ku wan ev rapor belav kiriye jî, medyaya fermî ya hikûmetê û bi taybetî yên bi ser Dezgeha Dadwerî ya ve Îranê ve tu agahî derbarê bidarvekirina van her 2 girtiyên Kurd de belav nekiriye.

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.