Mesrûr Barzanî: Kerîm Şengalî şervanekî navdar bû

Mesrûr Barzanî: Kerîm Şengalî şervanekî navdar bû

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, "Kerîm Şengalî kesayetiyekî navdar bû, Pêşmergeyekî wêrek û bêwestan bû ku di her qonaxê de ji bo Kurdistanê şer kir."

Serokwezîr Mesrûr Barzani doh, ji ber koça dawî ya siyasetmedarê Kurd Kerîm Şengalî peyamek sersaxiyê weşand.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku wî bi xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya Kerîm Şengalî bihîstiye û wiha got:

"Kerîm Şengalî Pêşmergeyekî wêrek û bêwestan bû ku di her qonaxa têkoşîna gelê Kurdistanê de şer kir, şervanekî û welatparêzekî navdar bû."

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kerîm Şengalî hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi jêhatîbûneke mezin bi cih anî û kesekî dilsoz û pêbawer bû, û ji malbat, xizm, dost û hevrêyên Kerîm Şengalî re sersaxî xwest.

 
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.